Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dadgeha Alman a Munsterê: Rakirina posterên Ocalan nikare were qedexekirin 17.10.2020

 

LI ALMANYAYÊ JI KURDAN SERKETINA HUQÛQÎ
DADGEHA MUNSTERÊ: RAKIRINA POSTERÊN OCALAN NIKARE WERE QEDEXEKIRIN

Li hin heremên Almanyê êdî posterên Rêber Apo serbeste û qanûnî ye.

Kurdan li Almanyayê li dijî qedexeyan di warê huqûqî de serketineke din bi dest xistin.

Dadgeha Munsterê ya Îdareyê biryar da, ku di meş û mitingan de hilgirtina posterên Rêber Apo ne sûç e.

Dadgehê, qedexeya ku polîsê Kolnê danibû ser posteran weke “dij huqûqî” bi nav kir.

Bi vê biryarê re Kurd wê êdî bi awayeke qanûnî karibin posterên Rêber Apo hilgirin.

LI ALMANYAYÊ JI KURDAN SERKETINA HUQÛQÎ
DADGEHA MUNSTERÊ: RAKIRINA POSTERÊN OCALAN NIKARE WERE QEDEXEKIRIN

10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî bû û weke her derê li bajarê Almanya Kolnê jî Kurdistanî û dostên xwe li qadan bûn.

Polîsê Kolnê sînorê rakirina posterên Rêber Apo weke 10 heb destnîşan kiribû.

Organîzatorên meşê li hemberî vê yekê îtîraz kirin û serî li dadgehê dan.

Dadgehê sînordakirina rakirina posteran weke “bêhuqûqiyê” bi nav kir.

Mudûriyeta Polîsan a Kolnê jî li hemberî vê yekê rabû û îtîraz kir.

Dadgeha Îdareyê ya Munsterê ya bilind îtîraza polîsan red kir.

Bal kişand ser xala 5’an a Destûra Bingehîn û diyar kir, ku sînordarkirina rakirina posteran li dijî huqûqê ye.

Her wiha destnîşan kir, ku divê azadiya xweîfadekirinê were bicihanîn.

Di biryarê de hat destnîşankirin, ku rakirina posterên Rêber Apo nikare weke sûc were hesibandin.

Dadgehê diyar kir, ku di çalakiyên li dijî tecrîdê de rakirina posterên Rêber Apo bi awayekî teqezî nikare were qedexekirin.

Heke armanca sereke ya çalakiyê balkişandina ser şertûmercên Ocalan ên li zindanê be, divê derfetên çalakgeran ên rakirina al, pankart, afîş û hwd. hebe.

Dadgehê hinceta mudûriyeta polîsan a “wê di her çalakiyê de ev biryar were bikaranîn” weke hinceteke bêkêr nirxand û parastina mudûriyetê ya di vî warî de jî lê vegerand.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv