Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ciwanên Welatparêz li ser êrişên dewleta Tirk bang li gelê Başûr kir

 

Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser xeteriya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û bang li gel kir.

Endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê li Çemçemal a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li gelê Başûr, welatparêz, azadîxwaz û her kesî kir ku di derbarê êrîşên dagirker ên Tirkiye ya li Başûrê Kurdistanê bi hestyar tevbigere.

Li ser navê ciwanan Endamê Meclîsa Tevgera Ciwanên Welatparê Mihemed Elî daxuyanî da.

Mihemed Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi vê êrîşên dagirkeriyê dixwaze bi xeyalên împeratoriya Osmanî ya Mîsaqî Mîllî di serî de Mûsil, Kerkûk û xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Mihemed Elî got, “Ji bo vê pêk bîne dest bi êrîşên dagirkeriyê li bajar û çiyayên Kurdistanê kiriye. Piştî dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî niha jî li dijî çiyayên Kurdistanê yên mîna Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşên berfireh ên dagirkeriyê kirine.”

Elî bal kişand ser şerê dijwar ên li herêmê û wiha pêde çû: “Niha şerekî pir dijwar di navbera gerîlayên Azadiya Kurdistan û dagirkerên Tirk de diqewime. Çapemeniya PDK’ê dibêjin, ‘Şer di navbera PKK û Tirkiye de ye,’ hebûna PKK weke hincet tê nîşandan û bi vê yekê bi hevkariya PDK’ê leşker anîne van herêman.”

Elî bal kişand ser metirsiya ku eger dewleta Tirk a dagirker li van çiyayan bi ser bikeve jî û got: “Di nava van leşkerên Tirk de bi hezaran çete û terorîst ên piştî şerê Lîbya li hev kom kirin, berê wan dane çiyayên Kurdistan û piştî Mûsil û Kerkûk dagirkirin, wê berê xwe bidin Silêmanî û Hewlêr.”

Elî qala medyaya Başûr jî kir ku rastiyan berovajî dike û bûyerên ku li herêmê ji bo gel nebihîsin, mijarên li herêmê bi bûyerên din dinixûmînin.

Herî dawî Elî bang li gelê Başûrê Kurdistan, azadîxwazî, welatparêz û her kesê kir ku her kes pişta gerîla bigire, li her derê, kolan, mal, li ser tevnên dijîtal û bi her rê û rêbazê xwedî helwest bin û piştevaniya gerîla bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv