ÇALAKIYÊN YEKÎNEYÊN TOLHILDANÊ
CIWANÊN TOLHILDANÊ LI WANÊ ÇALAKÎ LI DARXISTIN
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim li Wanê li dijî hevkar, artêşa tirk û cerdevanên wê çalakî li darxistin.
Yekîneya Şehîd Baran Dersim derheqê rêze çalakiyan de daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê:
30’ê Îlonê li Artemêtanê ya Wanê li dijî wesayitên artêşa tirk çalakî li darxistin.
1ê cotmehê Yekîneyên Tolhildanê li taxa Îskeleyê ya Tûşbaya Wanê wesayiteke cerdevanan şewitandin.
Eynî rojê jî trafoyeke elektrîkê û stasyoneke bazê hat şewitandin.
Di 2’yê Cotmehê jî li taxa Stesyonê depoyeke stesyona trênê hat şewitandin.
Eynî rojê Yekineyên Tolhildanê du kesên ku xizmetê ji artêşa tirk re dikirin cezakirin.