“WERIN CENGA AZADIYÊ”
CIWANÊN ŞOREŞGER LI TEBQAYÊ MEŞEK LI DAR XISTIN
Bi sedean şêniyên Mensûra, Tebqa, nûnerên ji rêveberiya sivîl, partiyên siyasî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî meşê bûn.
Meşê ji pêşiya avahiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ber bi rêya giştî destpêkir.
Di meşê de ciwanan pankartên şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên Tirk ên li dijî herêmê hildan.
Piştre meş li pêş Navenda Şehîd Sîwar Mensûra ya çalakiyên ciwanan rawestî û li wir li ser navê ciwanên şoreşger endamê rêveber ê navendê Leys El-Muhsin daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Dewleta Tirk bi şer û xwînrijandinê bes nedît, her wiha piştî binketina siyasetên wê di dagirkirina tevahî herêmê de, sûcên dermirovî pêk tîne.
Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li herêma Tebqa û gundewarên wê van êrişên hovane bi tundî şermezar dikin.”