Seferberiya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmên parastinê yên medyayê, dewam dike.
Gerîlayên HPG/YJA Starê, darbeyên bibandor li dagirkeran didin.
Ciwanên Qendîlê jî bi daxuyaniyekê ragihandin ku amade ne tevlî Seferberiya Heftanînê bibin.
CIWANÊN QENDÎL; EM AMADE NE TEVLÎ SEFERBERIYA HEFTANÎNÊ BIBIN
Ciwanên Welatparêz ên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Têkoşer, roja 30’yê Hezîranê “seferberiya Heftanînê” ragihandin.
Ev seferberiya bi dirûşma “Ji Bo Kurdistanek Azad û Serbixwe Faşîzm û Dagirkeriyê Birûxîne” bi berxwedaneke mezin didome.
Ciwanên Binarê Qendîlê, bi daxuyaniyekê ragihandin ku amadene beşdarî Pêngava Seferberiya Heftanînê bibin.
Endamê Ciwanên Welatparêz Bihêz Feqe, daxuyanî da û got;
“Armanca dewleta Tirk dagirkirina Başurê Kurdistanê ye. Di êrîşên xwe de ne PKKyî ne medenî ji hev cûda nake, êrîşê her derî û her kesî dike.”
Li aliyê din Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer jî roja 3’ê ‘T’rmehê, di çarçoveya pêngava “Ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe faşîzm û dagirkeriyê birûxîne” de, dest bi kampanya ‘mzeyan kirin.
Komkirina îmzeyan dewam dike.
Di vê çarçoveyê de ciwanan, li bajarôkê Tekye û Bazyan yên Silêmaniyê îmze komkirin.
Ev kampanya li ser malpera Change.org jî dewam dike.
Kesên dixwazin beşdarî kampanyayê bibin bi rêya vê lînkê dikarin tevlî bibin.