“WERIN CENGA AZADIYÊ”
CIWANÊN KURD Û ENTERNASYONALÎST JI BO AZADIYA RÊBER APO DEST BI MEŞA DIRÊJ KIRIN
Bi pêşengiya Têko-JIN û Tevgera Ciwanên Şoreşger, meşa dirêj a ciwanên Kurd û Enternasyonalîst dest pê kir.
Meşê serê sibê ji bajarê Almanya Kolnê bi daxuyaniyekê destpêkir.
Endamên her du rêxistinên ciwanan diyar kirin, ku ew ji bo mezinkirna têkoşîna azadiya Rêber Apo dimeşin.
Piştî daxuyaniyê meşa ciwanan a ber bi bajarê Leverkuzenê ve dest pê kir.
Ji gelek welatên Ewrûpayê bi dehan ciwan di meşa dirêj de cihê xwe digirin.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst di navenda Kolnê de meşiyan û bi sloganên xwe peyama mezinkirina têkoşînê dan.
Meşa ciwanan wê heta bajarekî din ê Almanya Axxinê dewam bike.
Ciwan wê 6 rojan an go heta 16’ê Îlonê li nava bajarên Almanya eyaleta wê ya Nord Ren Wesfalen bimeşin.