“WERÎN CENGA AZADIYÊ”
CIWANÊN KURD LI GELEK NAVENDAN JI BO AZADIYA RÊBER APO LI QADAN BÛN
Kurdistaniyên bi pêşengtiya aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û endamên Teko-JIN’ê li Alma nya û Fransayê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bûn.
Li bajarê Almanyayê Hambûrgê di çarçova kampanya ‘Werin Cenga Azadiyê’ de Ciwanan mîtîngek li dar xist.
Di çalakiyê de berxwedan gerîla hat silavkirin û êrişên dagirkeriya tirk jî hatin şermezarkirin.
Li bajarekî din ê Almanyayê li Kolnê ciwanan li ber avahiya WDR’ê çalakiyek pêk anî.
Dema çalakvanan xwest dosyaya têkildarî daxwazên xwe radestî rêveberên saziyê bikin, polîsan ew asteng kirin.
Ciwanên ku piştre dosya gihand destê rayedaran, bi dirûşman dawî li çalakiya xwe anî.
Li paytexta Fransayê Parîsê li ber kuleya Eyfelê jî ciwanan çalakiyeke bêîtaetiya sivîl çêkir.
Komekê li Eyfelê alên Rêber Apo û PKK, koma din jî li ber deriyê kûleyê pankartek mezin a li ser Free Ocalan Ji Ocalan re azadî hatibû nivîsandin, vekirin.