Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ciwanê Kurd di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest da

 

Ciwanekî ji bajarê Îlam a Rojhilatê Kurdistanê li Tehranê di girtîgeha rejimê de di jêr êşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, roja 22’yê Îlonê ciwanek bi navê Emîr Hisên Hatemî (23) ku xelkê bajarê Sîrwan a girêdayî parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, di girtîgeha Feşfuye ya li Tehranê di jêr êşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.

Duh malbat û xizmên wî ciwanî li ber girtîgeha Feşfuye kombûn û nerazîbûn nîşandan. Malbatê daxwaz kir ku rayedarên rejimê di derbarê mirina kurê wan de daxuyaniyek zelal bidin.

Yek ji xizmên wî ciwanî têkildarî mijarê agahî dane Tora Mafê Mirov a Kurdistanê û gotiye, “Ji beriya deh rojan Emîr Hisên ji bo wergirtina wesayîta bavê xwe serdana yek ji navendên polîsan ên li Tehranê dike. Lê li navenda polîsan ji ber dosyek kevin a cezayê pere, tê binçavkirin û dişînin girtîgeha Feşfuye.”

Her wiha diyarkiriye ku Emîr Hisên şeva 21’ê Îlonê bi rêya telefonê ji bavê xwere gotiye ew di girtîgehê de rastî êşkenceyek giran hatiye û wê wî bişînin nexweşxaneyê.

Xizmê Emîr Hisên da zanîn piştî ku malbat ji bo dîtina kurê xwe diçe nexweşxanê, rayedarên rejimê destur nadin wî bibînin. Piştî rojek jî berpirsên girtîgehê bi telefonê xebera mirinê ji malbatê re radigihînin.

Hat gotin piştî nerazîbûna duh, malbatê cenazeyê kurê xwe wergirt û ji bo veşartinê şand gundê Lerênî ya bajarê Sîrwan a girêdayî Îlamê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv