Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Civîna konseya fermandariya YJA-STAR’ê: Fermandarên jin planên sala 2022’an gotubêj kirin.

 

 

CIVÎNA KONSEYA FERMANDARIYA YJA-STARÊ
FERMANDARÊN JIN PLANÊN SALA 2022’AN GOTUBÊJ KIRIN

Li herêmên Parastinê yê Medyayê, tevî hemû êriş û konsepta îmhayê, civîneke girîng pêk hat, û fermandarên jin bi xebata xwe bersiveke girîng da, dost û dijminan.

Ji hemû qadan, fermandarên jin, di civîna konseya biryargeha YJA Starê de li hev kom bûn.

Civîna konseya Biryargeha YJA Starê bi dirûşma, Wekî YJA Starê erka me ye sala 2022’an bi berxwedanê bigihînin serfiraziyê pêkhat..

Axaftina vekirinê ya civînê Fermandara Biryargeha navendî ya YJA Starê Zozan Çewlig kir.

CIVÎNA KONSEYA FERMANDARIYA YJA-STARÊ
FERMANDAR ZOZAN ÇEWLIG: BI BERPIRSYARIYA DÎROKÊ RADIBIN

Zozan Çewlig hemû şehîdên azadiyê bibîranî û bal kişand ser girîngiya pêvajoyê.

Fermandar Zozan Çewlig bal kişand ser erkên dikeve ser milê YJA Starê jî.

Konseya Fermandariyê ya YJA-Starê civîn û encama wê bi daxuyaniyekê ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji serfiraziyê pêve ti rêyeke din nasnakin û wiha hate gotin.

Biryarên di civîna me de hatine standin û plansaziyên çêbûne di sedsala 21’an de li ser rêya stratejiya şerê şoreşgerî yê gel perspektîfên xurt dane.

Bivê baweriyê 8’ê adarê roja jinan pêşwazî dikin û dibêjin ‘Berxwedana jinê wê faşîzmê hilweşîne.

CIVÎNA KONSEYA FERMANDARIYA YJA-STARÊ
‘AZADIYA RÊBER APO AZADIYA JIN Û GELAN E’

Li ser berxwedan û şerê 2021’ê jî konseya fermandariyê vê nirxandinê kir.

Konsepta tinekirinê ya dijmin a li dijî Rêbertî û tevgera me, bi awayê herî êrişkar dewam kir.

Bi vê konseptê xwestin PKK’a bê Rêbertî û Kurdekî bê PKK biafirînin.

Rojeva sereke ya civîna me jî tespîta wê yekê kir, ku Şerê 3. ê Cîhanê li Îmraliyê tê meşandin.

Hemû nîqaşa me li ser şikandina tecrîda li dijî Rêbertiyê û rûxandina faşîzmê bû.

Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya jinan û gelan e.

Konseya fermandariyê derbarê erkên demê girîngiya têkoşînê de jî vê nirxandinê dike.

Hêzên me bi perspektîfên serdema nû di şerê tûnelan de taktîkên nû pêşxist.

Li ser stratejiya şerê gel ê şoreşgerî û modernîteya demokratîk û gerîlatiya jina azad kûr bû.

Bi dewlemendkirina taktîk û rêbaza tevgerê, serfiraziyê bi dest bixe.

CIVÎNA KONSEYA FERMANDARIYA YJA-STARÊ
‘ERKA ME YE EM Ê SALA 2022’AN TÊKOŞÎNÊ BI SER BIXIN’

Di dawiya daxuyaniyê de ev biryardarî derkete pêş.

Sala 2021’ê ispat kir ku wê bi berxwedanê serfirazî were bidestxistin.

Weke hêzên YJA-Starê, di 2022’an de erka me biserxistina vê berxwedanê ye.

Bi baweriya wê sedsala 21. bibe sedsala azadiya jinê û şoreşa wê, tevahiya jin û gelên berxwedêr silav dikin.

Weke Konseya Fermandariya YJA-Starê dibêjin, ji bilî serfiraziyê rêyeke din nîne.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv