Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çima PDK û çapemeniya wê di derewê de israr dikin

 

5’Ê HEZÎRANÊ LI METÎNA ÇI QEWIMÎ?
ÇIMA PDK Û ÇAPEMENIYA WÊ DI DEREWÊ DE ISRAR DIKIN?

5’ê Hezîranê serê sibê zû, ev agahî tevî dîmenan kete ajansan:

PDK’ê hêzeke zêde ber bi qadên gerîla ve şand.

Di konvoya PDK’ê de wesaîtên zirxî, kepçe û yên taybet ji bo çiya cih girtin.

Paşê hişyariya Berdevkiya Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê ket ajansan:

Hêzek dixwaze bikeve qadên hêzên me yên li Metîna.

Em li dijî dewleta Tirk a dixwaze Kurdistanê dagir bike, li ber xwe didin.

Em ji van hêzên hatine re dibêjin; bila ji pişt ve xencerê li hêzên me nexin.

Divê xwîna bira neyê rijandin.

Piştî vê hişyariyê bi demeke kin, agahiya mirina 5 çekdarên PDK’ê ket ajansan.

Hem rayedar hem jî çapemeniya PDK’ê pêşî ev yek weke êrişeke dewleta Tirk a bi balafiran ragihandin.

Lê di cih de ev nûçeya xwe guhertin û mîna ku ji deverekê ferman girtibin, hewl dan bûyerê bixin stûyê PKK’ê.

Berdevkiya Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê agahdariyeke din jî belav kir û wiha got:

Hêzên PDK’ê êrişî kampa hêzên me kirin.

Hêzên me jî tenê ji bo hişyariyê çend gulle berdan hewayê.

Wesaîta van hêzan çawa derb xwar…? Ji ber êrişeke hewayî an jî mayînê bû, me tespît nekir.

Lê çi dikirin jî nedikarîn rastiyê veşêrin.

Di weşana wan bixwe de çekdarekî birîndar ê PDK’ê bûyer wiha ragihand:

Ji ber ku dîtin derew e, berpirsê vê bûyerê yê PDK’yî Serbest Lezgîn bixwe ket dewrê.

Ev kes ê timî zimanê şerê taybet ê dewleta Tirk bi kar tîne, dîsa heman ziman bi kar anî.

Û vê carê jî bi devê wî derewa “hêzên me ketin kemîna PKK’ê” dan kirin.

Dîsa jî nekarîn gelê Kurd, welatparêzên Başûrê Kurdistanê bi vê derewa xwe bidin bawerkirin.

Armanca vê derewê bi awayekî zelal dîsa li ser ekranên çapemeniya PDK’ê xwe da der.

Ew jî afiranadina “dijminahiya li PKK’ê bû”.

Xwestin bi malbatên çekdarên PDK’ê yên jiyana xwe ji dest dane, vê dijminahiyê xurttir bikin.

Û dîsa neçûn serî.

Ber bi dawiya rojê ve êdî çareya dawî ya biserxistina vê derewê, daxuyaniya Serokwezîrê PDK’yî Mesrûr Barzanî bû.

Mesrûr bang li parlemena Kurdistanê û partiyên siyasî dikir, ku li dijî PKK’ê helwesteke yekdeng ragihînin.

Lê ji bilî hevkarên xwe yên di nava parlemenê de ew jî ji Eniya Tirkmen bûn, ti piştgirî nedît.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv