Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çima dewlet welatiyên xwe yên DAIŞ’î wernagirin?

 

ÇIMA DEWLET WELATIYÊN XWE YÊN DAIŞ’Î WERNAGIRIN?
FRANSA Û INGILISTAN BI ERKA XWE YA ÎSTÎXBARATÎ Û PARASTINÊ RANABIN

Rojnamevan Ersîn Çaksû, ku ji 20’ê Çileyê ve êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li Hesekê ji nêz ve şopand, têkildarî mijarê ji ANF’ê re nûçeanalîzek nivîsî.

Di nûçeyê de girtina 11 hezar çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê tê bibîrxistin û wiha tê gotin:

Her wiha 70 hezar kesên malbatên DAIŞ’ê tevî zarokan li kampan tên ragirtin.

Bi qasî 4 hezar û 100 çete jî li girtîgeha Sinaa ya Hesekê dihatin ragirtin.

Wekî din 700 kesên emrê wan di bin 18’an de ku weke “zarokên şêr ên Xîlafetê” tên binavkirin û DAIŞ’î ne, li beşeke cûda ya girtîgehê dihatin ragirtin.

Bi giştî ev DAIŞ’î ji 54 welatên cûda ne.

Rêveberiya Xweser heta niha gelek caran bang li dewletên van welatan kiriye, ku welatiyên xwe yên DAIŞ’î wergirin.

Piştî ku DAIŞ li Baxozê têk çû, nîqaşa dadgehkirina çeteyan destpêkirin.

Ji bê vê yekê gelek civîn, konferans hatin lidarxistin û gelek bang hatin kirin.

Bi taybetî ji sazî, rêxistin û hêzên navneteweyî dihat xwestin, ku çeteyên DAIŞ’ê li deverên ku sûc kirine weke Şengal û Kobanê di dadgeheke navneteweyî de bên darizandin.

Lê heta niha bersiveke fermî ji bo vê hewldan û bangê nehatiye dayîn.

Her wiha piştî êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê, pirsa “gelo di îstîxbaretê û ewlekariyê de qelsî heye û çavkaniya vê yekê QSD ye…?” hat kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di nava koalîsyona navneteweyî de karê îstîxbaratê li ser milê Fransa ye.

Ev yek jî weke komkirina agahiyan, analîzkirina wan, parvekirina îstîxbaratê û wergirtina tedbîran tê ragihandin.

Lê li gorî agahiyan, Fransa vê dema dawî di parvekirina agahiyan de qels tevgeriya ye.

Her wiha ewlehiya hundirê girtîgehê jî tevî QSD’ê li ser milê Ingilistanê bû.

Heke hewldaneke revê an jî êrişê çêbûya Ingilistan ji bo rê li ber girtina vê yekê berpirsiyar bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ku heta niha QSD’ê gelek carên din jî hewldana revê ya çeteyan ji girtîgehê asteng kiribû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv