Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cezakirina rojnamegerên Behdînan: ‘Biryara dadgeha Hewlêrê siyasî ye, ne hiquqî ye’ 20.02.2021

 

CEZAKIRINA ROJNAMEGERÊN BEHDÎNAN
“BIRYARA DADGEHA HEWLERÊ SIYASIYE, NE HIQUQÎ YE”

Piştî 6 mehên binçavkirinê Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan di 16’ê Sibatê de derketin pêşberî dadgeha Hewlerê.

Ji bo 5 rojnameger û çalakvanên li herêma Behdînan hatibûn girtin, dadgehê bi îdîaya “sîxûrî û hewldana ji bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê” ceza li rojnameger û çalakgeran birî.

Belgeyên li ber destê dadgehê jî tenê axaftinên li ser medya dijîtal ên di navbera wan rojnamegeran de bû.

Li gorî jimara 35 a sala 2007’an a yasaya rojnamegerî ya Herêma Kurdistanê, di lêpirsînên cezayî de, nabe belgename û zanyariyên rojnamegerî weke belgeyê sûc bên bikar anîn.

Piştî dadgehê ceza li rojnamegeran birî û şûn ve, saziyên mafên mirovan û rojnamegran ev biryar bi tûndî şermezar kirin.

Li ser mijarê parêzer Peyman Îzedîn diyar kir ku ev peymana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryara pêşwext e.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Saziya Pargîn a çandê li herêma koçeran: Ji dîrokê hinaseya dengê çandeke kevnar

Stêrk Tv

NAV-BEL: Dixwazin şerê navbera çeçen û marokiyan de derketibû bixin stûyê kurdan

Stêrk Tv

12’emîn mîhrîcana fîlmên kurdî: Di mîhrîcanê de wê 100 fîlm bên temaşekirin

Stêrk Tv

Li Tehranê rêjeya întîharê zêde bûye

Stêrk Tv

Serokwezîrê Awûstiryayê Sebastian Kurz: Li Tirkiyê zext li mirovan tê kirin

Stêrk Tv

Li Şengalê çalakiya nobeta li ber Asayişê bi dawî bû

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!