ARTÊŞA TIRK LI EFRÎNÊ SÛCÊN DIJMIROVÎ DIKE
ÇETEYAN BI SER MALEKÊ DE GIRTIN Û HEWLDAN DESTDIRÊJIYÊ LI JINEKÊ BIKIN
Îro komên çeteyan dewleta tirk li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê girt ser mala jinekê û xwest destdirêjiyê li jinê bikin.
Piştî ku bavê jinê destwerdan kir û pere dan çeteyan, çete ji malê derketin.
Çavkanî ji bo ewlehiya jina ku çeteyan girtiye ser mala wê û ji bo ewelehiya malbat wê, nasnameya wê eşkere nekir.
Dewleta Tirk û çeteyên wê di 18`ê meha Adara 2018`an de bajarê Efrînê dagir kir, bi sedan jinên li Efrînê revandin, qetil kirin û destdirêjî li wan kir.