QETILKIRINA SEÎDA FEYSEL EL HERMAS Û HIND LETÎF EL XIDÊR
ÇETEYÊN DAIŞ’Ê BERPIRSYARIYA QETILKIRINA JINAN LI XWE GIRTIN
Hevseroka Meclisa bajarokê Til Şayir a navçeya Deşîşa ya başûrê Kantona Hesekê Seîda Feysel El Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El Xidêr ku hatibûn revandin û paşê hatin qetil kirin.
Berpirsyariya revandin û qetilkirina bi rengekî hovane ya 2 jinên çeteyên DAÎŞ’ê li xwe girtin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê;
Çeteyên DAIŞ’ê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe weşandiye revandin û qetilkirina Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr girt ser xwe.
QETILKIRINA SEÎDA FEYSEL EL HERMAS Û HIND LETÎF EL XIDÊR
LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BI DAXUYANIYAN HATE ŞERMEZARKIRIN
Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriye qetilkirina Seîda Feysel û Hind Letîf bi daxuyani û çalakiyan şermezar kirin.
Ofîsa Jinê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê qetilkirina her dû jinan şermezar kir.
Di daxuyaniya hate dayin de hate gotin;
Armanc ji van êrişan ewe çavê jinan bitirsînin, da ku dest ji doza xwe ya azadiyê berdin.
Doza me jinan hemûyan yek e. Pêwist e em hemû jin li dijî van kiryaran bibin yek.
Li Helebe jî Rêxistina Kongreya Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de qetilkirina her du jinan bi tundî hate şermezarkirin û soza berxwedan û têkoşînê hate dayîn.
Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê jî bi heman armancê li qada Jina Azad daxuyanî da.
Di daxuyaniye de qetilkirina herdu jinan wek sûcekî hovane hat binavkirin û bang li rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku erka xwe bi cih bînin û van sûcan bi dawî bikin.
Kongreya Star a herêma Efrînê jî li Şehbayê bi heman armancê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinan pêk tînin hate şermezarkirin.
Qetilkirina Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr li Şamê jî hate şermezarkirin.
Û daxwaza hesabpirsînê ji kujerên jinan hate xwestin.
TEVGERA JINÊN KURD A EWRÛPAYÊ
“QETILKIRINA HERDU JINAN ÊRIŞA LI JINA AZAD E”
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê TJK-Ewrûpa jî bi daxuyaniyekê niviskî qetilkirina Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr şermezar kir.
Dîktator Erdogan bi vê komkujiyê re lîsteya xwe ya sûcan zêde kiriye.
Ev komkujî nîşan didin ku çiqasî ji jin a azad ditirsin.
Di daxuyaniyê de bêdengiya raya giştî hate şermezarkirin û bang hate kirin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.