Ji bo operasyona arteşa Tirk a dagirker a li navçeya Licê ya Amedê, cerdevan bi 7 mînîbusan ji navçeya Sasonê ya Êlihê şandin qada operasyonê.
Operasyona leşkerî ya hêzên dagirker a li bejahiya gundên Zengesor û Mizakê yên navçeya Licê dewam dike. Hate ragihandin ku ji navçeya Sasonê ya Êlihê gelek cerdevan bi wesayitên servîsê yên xwendekaran hatine veguhastin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, bi 7 mînîbusan di ser Farqînê re cerdevan sewqî qada operasyonê hatine kirin.
Li herêmê liv û tevgera helîkopteran jî dewam dike. Li hin deveran dengê çekan tê.