Sihûn, Cer, Kûzik, Kûz, Dîz, Dîzik, Kedûn, Sewîl…
Ev navê cûreyên sihûn ango cer in ku ji xweliyê tê çêkirin.
Karsekî herî kevnare yê desta ye…
Li gorî hatiye tespîtkirin nêzî 8 hezar û 200 sed sale ku li Bakurê Mezopotamya ev karê hanê dest pê kiriye.
Pêşketina teknolojiyê vî karî jî hema bêje ji holê rakiriye.
Lê belê malbatek li Başûrê Kurdistanê heye ku çar sed sal e vî karî dike.
Malbata Awçiyekan a li navçeya Xurmato ya parêzgeha Diyala.
Cerên ku Newzad Heyas çêdike, li temamiya herêmê navdar in.