Ciwanên kurd ên li derveyî welat çalakiyên xwe uyên ji bo azaidya Rêber Apo didomînin.
Pergala Îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê li derveyî welat bi çalakiyên cuda tê rûreşkirin.
Di çalakiyan de li dijî tevgera dagirkeriya tirk berxwedana gerîlayên Kurdistanê jî tê silavkirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Cenevê li dijî tecrîd û dagirkeriyê meşiyan.
Saziyên demokratîk ên kurdistaniyan yên li Cenevê jî tevli çalakiyê bûn.
Ciwanên li ber Gara Postexane ya berê kom bûn, ber bi navenda bajar ve meşiyan.
Meş heta pira Cornavîn dom kir. Li vir daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin ku hata tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî nebe û êrîşên qirker û dagirker ên li Kurdistanê neqede wê çalakiyan bidomînin.
Ciwanan di serî de bang li ciwanan û hemû gelê Kurd kirin ku rabin ser xwe.