ÊRIŞA DEWLETA TIRK A LI DIJÎ ŞENGALÊ
CENAZEYÊN FERMANDAR Û ŞERVANÊ YBŞ’Ê BI MERASIMEKÊ HATIN OXIRKIRIN
Xelkê Şengalê ji bo şehîdên xwe Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda, bi merasîmekê oxir kirin.
Piştî karê otopsiyê yê li Mûsilê, cenazeyê şehîdan careke din veguhastin Şengalê.
Xelkê Şengalê bi awayekî girseyî cenazeyên şehîdan, li ser riya Telafer pêşwazî kirin.
Girseya gel, piştî cenazeyê Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda wergirt.
Û bi karwanekî wesayitan ber bi Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ve kete rê.
Bi sedan şênêniyên bajêr canazeyê şehîdan pêşwazî kir û bi meşeke girseyî berê xwe da goristanê.
Piştî girse gehiş goristanê merasimek leşkerî hat lidar xsitin.
Di merasîmê de li ser navê saziyên Şengalê û hêzên YBŞ û YJŞ’ê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan ev bang li hikumeta Iraqê hat kirin.
Piştî axaftinan cenazeyê şehîdan di nav tiliyên dayîkan û bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.