Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemîl Bayik: Xwerêveberî û xweparastin mafê bingehîn ê Şengalê ye 06.11.2020

 

CEMÎL BAYIK / SERXWEBÛN
XWERÊVEBERÎ Û XWEPARASTIN MAFÊ BINGEHÎN Ê ŞENGALÊ YE

Amerîka, Dewleta Tirk û PDK’ê li Şengalê dest bi êrişeke nû kirine. Tê dîtin ku li dijî hêzên ku li gelê Şengalê li dijî DAIŞ’ê parastin û pêşî li qirkirinê girtin, komployek amade kirine. Hêzên HPG-YJA Starê yên pêşî li qirkirinê girtin, di nava berxwedana dijî DAIŞ’ê de ji bo afirandina hêza xwerêveberî û xweparastinê bûn alîkar; li Şengalê rastiya xwerêveberî û xweparastinê afirandin. Piştî ku ev pêk hatin, hêzên HPG-YJA Starê xwe ji herêmê vekişandin. Niha li wê derê yên ku Şengalê bi rê ve dibin xelkê Şengalê ye, hêzên xweparastinê jî ji zarokên xelkê Şengalê pêk tên. Xweserî û xweparastina Şengalê ji bo xelkê Şengalê mîna şîrê dayikê helal e. Piştî ku ewqas ferman bi serê wan ve hat, bi fermana dawî re ku Êzidiyatî anîn ber tunekirinê û dawiyê pêşî li fermanê hate girtin, pêvajoyek nû dest pê kir. Êdî veger li beriya 3’ê Tebaxa 2014’an nabe. Vegera li dema berê tê wateya rûdana fermanên nû. Di rewşekê de ku modernîteya kapîtalîst li her deverê etnîk û baweriyên lawaz û bêhêz tune dike, Şengal bêyî xwerêveberî û xweparastinê nikare nasnameya xwe ya hebûnê, nikare hebûna xwe bidomîne. Eger ji vê yekê bêpar bê hiştin wê bikeve nava qirkirineke bi demê re. Ya ku DAIŞ’ê dixwest di demeke kurt de bike bi vî rengî wê di demeke dirêj de bê kirin. Şengaliyên ku ev rastî dîtin, xwerêveberî û xweparastina xwe ava kirin. Ev yek mafê wan ê bingehîn e.

Em teqez dixwazin ku divê Êzidxan xweser be û karibe xwe biparêze. Piştî ku ev tişt pêk hatin, ne girîng e kî wê derê bi rê ve dibe. Gel piştgiriyê bide kê, kê hilbijêre wê ew hêz xwerêveberiya wê derê bidomîne. Wê hêzên leşkerî jî, hêzên xweparastinê jî peywira xwe bi cih bînin. Ya girîng ev e ku meşrûtî, statu û aliyê hiqûqî yê vî tiştî were qebûlkirin. Helwesta me eşkere û zelal e. Piştî ku ev hate kirin, wê Êzidxan hilbijartina xwe bike, rêveberiyên saziyên xwe yên xweser hilbijêrin û ew jî wê Êzidxanê bi rê ve bibin. Bi destûra bingehîn û qanûnan wê têkiliya wan a bi Iraq û Başûrê Kurdistanê were diyarkirin. Ji bo Êzidiyan ya girîng ne têkiliya wan a destûra bingehînî bi Iraq û Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber ku feraseta wan ne avakirina dewleteke serbixwe ye. Ew bi tenê xwerêveberî û xweseriya xwe dixwazin. Piştî ku ev pêk hat wê têkiliyên wan bi Başûrê Kurdistanê û Iraqê re çêbibe. Lê heke îradeya gel were redkirin, tunehesibandin û were xwestin bila PDK û Iraq bibe serwer, ev nayê qebûlkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv