ÊRIŞA 21’Ê ADARÊ ROJA NEWROZÊ LI DIJÎ KAMPA GERÎLA
BAYIK: LI REX HIN HEWLDANÊN DIYALOGÊ ÇIMA ÊRIŞEKE WISA KIRIN?
21’ê Adarê roja Newrozê dema bi milyonan Kurd ji bo pîrozbahiya cejna xwe li qadan bûn, PDK’ê li Berdesorê bi çekên giran û piştgiriya balafirên dewleta Tirk êrişî kampeke gerîla kir.
Di beşa duyemîn a Bernameya Taybet de Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî vê mijarê axivî.
Cemîl Bayik da zanîn, ku gerîla bi ruhê Newrozê tevgeriya ye, nexwestiye şerek biqewime da ku pirsgirêk bi diyalogê bê çareserkirin.
Bayik diyar kir ku gerîla li gorî daxwazên gelê Kurd ên li qadên Newrozê ji bo yekîtiyê tevgeriya ye.