HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
JI BER KU RÊBER APO DEST LI SIYASETA QIRKER Û DAGIRKER WERDA TÊ TECRÎDKIRIN
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, bû mêvanê bernameya Taybet a televîzyona me û damezrandina PKK’ê nirxand.
Cemîl Bayik, destpêkê hemû şehîdên PKK’ê bibîr anî û cejna vejînê ya 27’ê Mijdarê li Rêber Apo û gelê Kurd pîroz kir.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê, li ser rewşa Rêber Apo, sedema tecrîdê û girêdana tecrîdê bi damezrandina PKK’ê sekinî.
HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
CPT Û KOMPLOGERAN SÎSTEMA LI ÎMRALIYÊ PÊŞ XISTIN
Hevserokê Konseya Rêveber careke din bibîr xist ku ne dewleta Tirk, CPT û komplogeran tecrîdê bipêş xist.
Ji ber van sedeman jî Cemîl Bayîk xwest ku gelê Kurd, hêzên demokratîk û sosyalîst, guh nedên daxuyaniyên CPT’yê û têkoşîna xwe bilind bikin.
HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
BI DAMEZRANDINA PKK’Ê RÊBER APO JI BO GELÊ KURD RIYA AZADIYÊ VEKIR
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn ku Rêber Apo, bi damerzandina PKK’ê ji bo gelê KUrd Riya Azadiyê vekir.
HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
ÎRO BI TÊKOŞÎNA JINA KURD LI CÎHANÊ DESTAN TÊN NIVÎSANDIN
Cemîl Bayik, di vê mijarê de bal kişand ser rola jinê ya di têkoşînê de û got;
Îro bi têkoşîna jina Kurd li cîhanê destan tên nivîsandin.