Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemîl Bayik: 1970an bû sala vegera ji bo Kurdistanê

 

 

CEMÎL BAYÎK PÊVAJOYA SALÊN PÊŞÎ YÊN DAMEZRANDINÊ JI ANF’Ê RE NIRXAND

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk, salvegera 42’an a damezrandina PKK’ê ji Ajansa Firatê re nirxand..

Bayîk bi bîr xist ku Rêber Apo ji nava tevgera ciwanên şoreşger a sala 1968’an hatiye û wiha behsa wê pêvajoyê kir:

Piştî danûstandinên li gel pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyê yên mîna Mahîr Çayan, doza Kurd û Kurdistanê bandoreke mezin li Rêber Apo dike.

Bihara sala 1973’an tevî 5 hevalên xwe li Bendava Çubukê kom dibe nazeriya “Kurdistan dagirkirî ye” pêş dixe.

Beşdarên wê civînê dibin hîmê pêşî yê Koma Apoci.

Di navbera salên 1974-1975’an de êdî li hemberî dagirkirina Kurdistanê, têgeha “şerê rizgariyê” pêş dikeve.

Û ji bo vê bi dehan kadroyên pêşeng têne amadekirin.

SALVEGERA 42’AN A PKK’Ê
CEMÎL BAYÎK: 1976’AN BÛ SALA VEGERA JI BO KURDISTANÊ

Her çendî wê demê serdanên ji bo Kurdistanê dihatin kirin jî lê bi awayekî fermî, Çileyê sala 1976’an di civîna Dîkmenê de, biryara vegera welat tê dayîn.

Li gorî vê, yekeser li Dîlok, Dersîm, Riha û Batmanê xebatên rêxistinî destpêkirin. Bi vî awayî êdî kadroyên tevgera li Kurdistanê bicih bûn.

Rêber Apo jî ji Elezîzê destpêkir û gav bi gav li her devera Kurdistanê geriya. Li gel kadro û alîgirên tevgerê civîn pêk anîn. Di encamê de kadroyên îdeolojîk û siyasî jî hatin diyarkirin.

Êdî dema civakbûyînê hatibû.

Sala 1977’an, Rêber Apo civîna dawî tevî 80 kesî li Dîlokê pêk anî û ji wir careke din berê xwe da Enqerê.

SALVEGERA 42’AN A PKK’Ê
CEMÎL BAYIK: ŞEHADETA HAKÎ KARER VEGUHERÎ HÎMÊ NASNAMEYA TÊKOŞÎNÊ

Di demeke ew çendî girîng de, nûnerê pêşeng ê xeta Apocî, Hakî Karer hat şehîdkirin. Bi şehîdkirina Hakî re xwestin darbeyeke mezin li tevgerê bidin.

Berovajî vê bendewariyê, şehadeta Hakî bû hîmê nasnameya têkoşînê.

Lewma piştî şehadeta wî yekser, xebatên damezrandina partiyê destpêkirin.

Têkildarî pêvajoya damezrandina PKK’ê, Cemîl Bayik wiha got;

SALVEGERA 42’AN A PKK’Ê
CEMÎL BAYIK: BI KONGREYA LI FÎSÊ RE PÊVAJOYA AZADIYÊ DESTPÊKIR

Rojên ku amadekariya kongreya damezrandinê dihate kirin, li Hîlwanê şerê li dijî hevkarên dewletê aşreta Suleymanan hebû.

Ji ber vê çendê amadekariyên me bi awayekî veşartî dihatin kirin. Rojeke bi awar û baran, bi komên 3 kesî em li mala Seyfettîn Zogurlu kom bûn. Civîn 2 rojan ji aliyê heval Xeyrî Durmuş ve hat birêvebirin.

Êdî li Kurdistanê PKK’ê daket ser dike siyasetê û pêvajoya azadiyê destpêkir.

Û 30’ê Tîrmeha sala 1979’an bi çalakiya li dijî Celal Bucak, damezrandina PKK’ê bi fermî hat ragihandin.

Wek tê zanîn piştî damezrandina yekser Komkujiya Mereşê pêk hat û paşê, amadekariyên darbeya cuntayê destpêkirin.

Wê demê bûyereke ku em ne li bendêbûn rû da. Ew jî girtina Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Şahîn Donmez bû.

Donmez wê demê ji nasnameya hemû endamên rêveberiyê haydar bû û ev agahî tev dane dijmin. Lixwemukirhatinên Şahîn Donmez hişt ku dijmin hê zêdetir êrişî tevgerê bike.

Li hemberî vê Rêber Apo ji bo parastina partiyê, biryara derketinê da û berê tevgerê da qada Rojhilata Navîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv