Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Celal Başlangiç: Alava şer a ne nizamî Sedat Peker

 

CELAL BAŞLANGIÇ / ARTI GERÇEK
ALAVA ŞER A NE NÎZAMÎ SEDAT PEKER

Lîderê rêxistina sûc Sedat Peker li pey hev îtîrafan diweşîne û ev têkiliyên qirêj nîşan dide ku desthilatdariya qesrê çiqasî dirize.

Êdî maske dikeve û mesafeya bi mafya re eşkere bû. Heta qirikê ketine nav.

Me niha fêm kir bê çima her tim li xwe bawer in.

Sedat Peker careke din têkiliyên dewlet, mafya û siyasetê xist rojevê. Lê vê carê çapemenî jî lê zêde bû.

Sedat Peker bi vîdeyoyên xwe pêşî Mehmet Agar, piştre jî Suleyman Soylû kir hedef.

Her wiha îtîrafek jî li ser 2 rojnamevanên bira bû.

Sedat Peker dîmenek qeyda telefonê ya bi rojnamevanekî ji wan jî parve kir.

Piştî van dîmenan jî hat dîtin ku ew kes ne rojnamevan in.

Ev vîdeoyên îtîrafê ji aliyê milyonan kesî ve tê temaşekirin û mirov bi meraq li benda vîdeoya din disekinin.

Van îtîrafan tevahiya televizyonên qesrê derbas kiriye.

Lê dozger van vîdeoyan ji nedîtî ve tên.

Suleyman Soylû giliyê Sedat Peker û herdu kesên qaşo rojnamevan li cem dozgeran kir.

Lê em dizanin ku Suleyman Soylû bi navê wezareta karê hundir ew kes kiribûn ewlekariyê.

Ew kesên ku diparastin niha jî giliyê wan dike.

Sedat Peker her carê qala Suleyman Soylû dike û jêre gotiye ji welat dûr bikev û Nîsana 2021’ê vegere.

Erdogan jî heta niha ji bo parastina Soylû tiştek negotiye.

Ne wezîrên Erdogan, ne jî rayedarên AKP’ê kes xwedî lê dernakeve.

Îro gotinên Sedat Peker ji yê Suleyman Soylû bêtir baweriyê dide xelkê.

Dîsa em pê hesiyan ku 2015’an Sedat Peker bi ser rojnameya Hurriyetê de girtiye û vê yekê jî li ser fermana parlementerekî AKP’ê kiriye.

Ev jî nîşan dide ku ne tenê Soylû, AKP jî ji bo ku karibe li desthilatdariyê bimîne pêdiviya wan bi rêxistinên wiha hebû.

Niha tê dîtin ku ji bo karibin desthilatdariya xwe bimeşînin pêdiviya wan bi gelek çete û rêxistinên sûc heye.

Tirkiye li benda talûkeyek wiha ye.

Sedat Peker di vîdeoyek xwe de dibêje jiyana wî di nava dewlet, îstîxbarat, polîs, eskerî û siyasetê de derbas bûye.

Lê rojekê jî karekî fermî nekiriye û çawa dibe ku jiyana wî wiha derbas dibe.

Helbet wê rojekê diyar bibe bê Sedat Peker li ser navê kîjan dewletê şerekî çawa ne nîzamî meşandiye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv