ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA GELÊ ŞENGALÊ DI ROJA 8’AN DE YE
KOMELGEHA GUHBEL Û ZORAVA ÇALAKÎ DEWR GIRT
Gelê Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana PDK û Bexda ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon veda.
Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in” hatiye destpêkirin bi hemû girîngiya xwe ve dewam dike.
Nobeta konê berxwedana Şengalê di roja xwe ya 8’emîn de ji aliyê komelga Guhbel û Zorava hat dewr girtin.
Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konên çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.
PEYMANA PDK Û BEXDA YA DIJÎ ÎRADEYA GELÊ ŞENGALÊ
LI TIRBESPIYÊ BI DAXUYANIYEKÊ VE HAT ŞERMEZARKIIRN
Ji aliyê din ve meclisa navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hevpeymana di navbera hikumeta Iraqê û PDK’ê de li dijî îradeya hebûna gelê Şengalê ye.
Hevserokê Meclisa Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso daxuyanî xwed.
Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku komploya li dijî gelê Şengalê berdewama komployên navneteweyî yên li dijî hebûna gelê Kurd e.