Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya girtiyên azadiyê di roja 191’an de ye

 

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
ÇALAKIYA GIRTÎGEHAN DI ROJA 191’Ê DE YE

Girtiyên azadiyê di 27’ê Mijdara 2020’an ji bo azadiya fizikî ya rêber Apo di greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger de ne.

Çalakiya girtiyan ji aliyê koma 39’an ve hat dewrgirtin û di roja 191’ê de didome.

Endamê Komîsyona Şopandina Girtîgeha TUHAY-DER a Wanê Kenan Kara têkildarî grevên birçîbûnê de axivî.

Kenan Kara di serî de balkişand zextên li ser girtigehên Wan, Erzirûm, Agirî û Mûşê û got.

7 mehin grevên birçîbûnê didomin, ji bo daxwazên girtiyan tu gav nehat avêtin ev jî dibe sedema fikaran.

Grevên birçîbûnê ne tenê girtî, civakê jî ji nêz ve eleqedar dike ji bo vê divê civak xwedî li grevên birçîbûnê derkevin.

Girtiyên ku dikevin grevê bi cezayê disiplînê re rû bi rû dimînin û tên tecrîd kirin.

Endamê TUHAY-DER’ê Kenan Kara herî dawî diyar kir ku girtî di daxwazê xwe de mafdarin û divê demildest werin qebûl kirin

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
ÇALAKIYÊN LI MEXMÛRÊ Û LAVRÎO DEWAM DIKIN

Berxedana li kampa Pênaberan Mexmûrê jî bi pêşengiya meclîsa Îştarê li Komeleya Malbatên Şehîdan didome.

Çalakî ji aliyê koma 85’an di roja 170’yî de dewam dike.

Kurdên li kampa Lavrîo ya Yûnanîstanê jî bi heman armancê di roja 153’an de li ber xwe didin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv