PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA GIRTIYÊN AZADIYÊ 44 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji 27’ê Mijdarê ve ji bo azadî û serbestiya Rêber Apo di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Koma 9’an li zindanan çalakî dewr girtiye û 44 roj li pey xwe hiştin.
Girtiya bi navê Rozerîn Kalkan jî li girtîgeha Şakranê ya jinan beşdarî berxwedanê bûye.
Rozerîn Kalkan a 23 salî di çalakiya greva birçîbûnê ya di navbera salên 2018’an û 2019’an de jî cih girtibû.
Bavê Rozerînê Îsmet Kalkan dibêje, ku ev du salin wî keça xwe nedîtiye.
Îsmet Kalkan da zanîn ku Rozerîn tevî hevalên xwe ketiye greva birçîbûnê.
Û bang li her kesî kirin ku li her deverê piştgiriyê bidin berxwedana wan.
2 zarokên Senîha Atalay jî girtî ne.
Omer li girtîgeha Amed û Hasan jî li girtîgeha Dîlokê tê ragirtin.
Dayika wan Senîha Atalay dibêje:
Eger ji derve têkoşîneke xurt were meşandin we daxwazên zarokên me zûtir bên qebûlkirin û vê bangê dike.
PARÊZER BUNYAMÎN ŞEKER
“DAXWAZÊN GIRTIYAN BERPIRSYARIYA CIVAKÊ YE”
Di vê navberê de hevserokê OHD’ê parêzer Bunyamîn Şerker jî li ser binpêkirinên li zîndanan agahî dan.
Bunyamîn Şerker da zanîn ku tecrîdkirina rêber APO nayê qebûlkirin û wiha got.
Li zîndanan binpêkirinên mafan pir zêde bûne.
Bi taybet piştî çalakiya grevê dest pê kir derbarê girtiyan de dest bi lêpirsînan hate kirin.
Êdî girtî van zextan qebûl nakin.
Lê ev ne tenê berpirsiyartiya girtiyên di greva birçîbûnê dene.
Di heman demê de ev berpirsiyartiya me hemûyane.
Ji bo azadî û demokrasî pêk were divê em bi têkoşîneke hevpar tecrîdê bişkînin û birêz Ocalan azad bikin.