PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI ZÎNDANAN DI ROJA 49’AN DE YE
Li zindanên Dewleta Tirk greva birçîbûnê ev 49 rojin bi awayeke dorvegerî dewam dike.
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad jî li Amedê bi daxuyaniyekê bal kişandin ser berxwedana li zîndanan.
Li ser navê TJA’yê Berîtan Onen daxuyanî xwend û got.
Tevî zext û faşîmê, girtî ji bo şikandina tecrîd û azadiya birêz Ocalan têdikoşin.
Daxwazên wan rewa ne.
Em bang li hemû rayedar û berpirsan dikin ku daxwazên girtiyan bînin cih.