BÛYERA LI ÇEMANKÊ
MAYIN BI HÊZÊN PDK’Ê VE KU DIÇÛN QADA GERÎLA TEQIYA
Ev demekê ye ji bo ku PDK hêz dişîne qadên gerîla destê kurdan li ser dilê wan e.
Raya giştî ya kurdî daxwaz ji PDK’ê dike ku pirsgirêk bi diyalogê çareser bike lê PDK ji ya xwe nayê xwarê.
Li gel vê talûkeya mezin îro bûyereke metirsîdar li Çemankê qewimî.
Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin
Li herêma bajarokê Amediyê Çemankê dema derbasbûna wesayîteke ku hêzên zêrevan ên PDK’ê şandibû qadên gerîla teqîn çêbû.
Di encama teqînê de 3 endamên hêzên zêrevan birîndar bûne.
Yek ji birîndaran li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
Li aliyê din Cîgirê Serokê Wezareta Pêşmergeyan Qehreman Kemal, ji NRT re ragihandiye ku di navbera pêşmerge û gerîlayan de şer ne qewimiye…