Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Buroya Huqûqê ya Sedsalê: Îdia cidî ne, divê derhal bi Îmraliyê re têkilî pêk bên! 15.03.2021

 

ÎDIAYÊN DER BARÊ JIYANA RÊBER APO DE
BUROYA HUQÛQÊ YA SEDSALÊ: ÎDIA CIDÎ NE, DIVÊ DERHAL BI ÎMRALIYÊ RE TÊKILÎ PÊK BÊN!

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, der barê îdîayên ku ji doh bi şev ve têkildarî jiyana Rêber Apo de li ser medya dijîtal digerin, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya buroyê bi vî rengî ye:

Bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Veysî Aktaş re em nikarin bi ti awayî pêwendiyê deynin.

Hevdîtina herî dawî ya li Girtîgeha Îmraliyê tenê bi Birêz Ocalan re 7’ê Tebaxa 2019’an hate kirin.

Pêwendiya herî dawî ya muwekîlên me bi derve re, 27’ê Nîsana 2020’î bi wesîleya pandemiyê bi rêya telefonê bû.

Ji vê demê û pê ve me derfet nedît ku agahiyê werbigirin.

Têkildarî jiyana Birêz Ocalan 14’ê Adara 2021’ê li ser hin hesabên medya dijîtal hin îdîa hatin kirin.

Demeke dirêj e ku em nikarin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê bibînin, lewma her îdiaya ku têkildarî wan tê kirin em bi cidiyeteke mezin lêkolîn dikin û dikevin nava hewldanên pêwîst.

Ev îdîayên ku dem bi dem tên kirin, em nizanin ji kîjan çavkaniyê tên, lê belê ji bo me ya girîng ew e ku ev îdîa bi rengekî rêk û pêk têkildarî Birêz Ocalan tên kirin.

Bêguman sedema herî girîng a vê rewşê ew e ku li Îmraliyê tecrîdeke giran heye û hemû derfetên me yên agahîstandinê hatine birîn.

Ji ber ku Îmrali girtîgeheke wisa nîne ku malbat û parêzer karibin bi rêk û pêk biçin bibînin û têkildarî tenduristî û mercên jiyanê agahiyan werbigire.

Ev îdîa dibin sedema fikarên mezin ku divê ji holê bên rakirin.

Rêya bidawîkirina van fikaran jî ew e ku di dema herî zû de derfetên têkilî û pêwendiya bi Îmraliyê re bên afirandin.

Parêzerên Rêber Apo di dewama daxuyaniyê de careke din xwestin biçin Îmraliyê û wiha hat gotin:

Em bi israr dixwazin ku dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û rêyên pêwendîdanînê bên afirandin da ku fikarên li ser tenduristî û mercên jiyanê ji holê bên rakirin.

Em careke din bang li rayedaran hemûyan dikin ku dest ji pratîka tecrîdê berdin.

Em bang li rayedaran dikin ku bi berpirsyarî rabin, deriyên Girtîgeha Îmraliyê li kontrolê vekin, mafê pêwendîdanînê û serdanê yên qanûnî nas bikin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv