Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi şertê dijberiya YPG’ê, Enqere amade ye aloziya S-400 çareser bike 10.02.2021

 

DERDÊ WAN ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN E
BI ŞERTÊ DIJBERIYA YPG’Ê, ENQERE AMADE YE ALOZIYA S-400 ÇARESER BIKE

Rêjîma Tirk di berdêla şerê li dijî Kurdan de, amade ye dest ji gelek tiştên xwe berde..

Ji xwe bûyerên ku di nava 3 salên dawî de li Sûrî rûda nîşaneya vê yekê ne..

Lewma rêjîma ku balafira Rûsan xiste xwarê, di berdêla dagirkirina Efrînê de heta jê hat tawîz dane Pûtîn..

Êrişa li dijî Girê Spî û Serêkaniyê ku di encama hevkariya Erdogan û Trump de pêk hat, heman tişt bû..

Dewleta Tirk piştî ku armancên xwe li van deveran bicih anîn, niha dixwaze hê zêdetir êrişî Kurdan bike û herêmên wan dagir bike..

Ji bo vê jî lazime rêjîma Erdogan di hin mijarên stratejîk de gavan paşde bavêje û rêveberiya Amerîkayê qanih bike..

Di vî warî de mijara herî guncav jî fuzeyên S-400 e..

Bloomberg li ser vê mesele agahiyên ku hin çavkaniyên Tirk dane wan parve kir..

Li gorî vê, di berdêla ku êdî Waşîngton alîkariyê nede YPG’ê, Tirkiyê diyar kiriye ku ew di mijara fuzeyên S-400 de amade ye gavan paşde bavêje..

50 SENATORÎ NAME JI BIDEN RE ŞANDIN
JI BO ÊRIŞÎ HEVKARÊN ME ÊN KURD NEKE, ZEXTÊ LI ERDOGAN BIKE

Di vê navberê de ji bo balê bikşînin ser kiryarên rêjîma Tirk, 50 senatorên Amerîkayê nameyek ji Joe Biden re şandin..

Senatorên demokrat û komarger di nameya xwe de dibêjin ji ber binpêkirina mafan, lazime zext li ser şefê rêjîma Tirk Erdogan werin zêdekirin..

Di mijara êrişên li dijî Kurdan de jî senator van daxwazan ji Biden dikin:

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan siyaseta xwe ya derve li ser hîmê şerxwaziyê pêş dixe.

Li dijî Kurdên Sûrî ku tevî Amerîkayê şerê DAIŞ’ê kirin, Erdogan bi awayekî kirêt şer destpêkir..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv