XWENDEKARAN DERIYÊ REKTORIYA BOGAZÎÇÎ MOHRKIRIN
BI HEZARAN XWENDEKAR REKTORIYA MELÎH BÛLÛ YÊ AKP’YÎ ŞERMEZARKIRIN
Hikumeta AKP/MHP’ê namzetê parlamenteriyê yê AKP’ Melîh Bûlû, wekî rektor li zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê erkdar kir.
Bi hezaran xwendekarên zanîngeh, li dijî vê biryarê ber bi avahiya rektoriyê ve meşeke girsehî lidar xistin.
Xwendekarên ku di bin navê “Hevgirtina Bogazîçî” de xwe birêxistin kirine, li ber deriyê başûr ê kampûsê daxuyanî dan û erkdarkirina Melîh Bûlû şermezarkirin.
Pişt re jî xwendekaran deriyê avahiyê mohrkirin.
Li ser mohrê jî ev nivîs hat nivîsandin;
“Ji ber ku Melîh Bûlû yê AKP’yî li vêderê hatiye erkdarkirin ev avahî ji aliyê xwendevanan ve hatiye mohrkirin.”
Xwendekaran bi dirûşmên “em rektorê qeyûm naxwazin” dest bi meşê kirin.
Pişt re jî polîsên ku xwe li vê xwepêşandanê ranegirtin, êrişî xwendekaran kirin.
Ji ber bombeyên xazê û êrişa polîsan, gelek xwendevan bê hiş ketin.
Poilîsan 2 xwendekar jî bi lêdanê kirin binçavan.