Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi hezaran Şengalî li dijî cîbicîkirina peymanê meşiyan 28.03.2021

 

PEYMAN Û FERMANA 9’Ê COTMEHÊ LI DIJÎ ŞENGALÊ
BI HEZARAN ŞENGALÎ LI DIJÎ CÎBICÎKIRINA PEYMANÊ MEŞIYAN

Şengalî li dijî pîlanên qirêj her roj li qadan dengê xwe bilind dikin.

Herî dawî hukûmeta Iraqê gef li Şengaliyan xwaribû û heta 1’ê Nîsanê ji bo tasfiyekirina Asayîşa Êzidxanê dem dabû.

Meclîsa Xweser a Şengalê bi zimanekî tund ev yek redkiribû û biryara berxwedanê ragihandibû.

Li ser banga meclîsê bi hezaran kes li navenda Şengalê daketin qadan û hevalê me Îbrahîm Êzîdî ji meşê ragihand.

Meşa Şengaliyan ji ber Hola Laleşê dest pê kir û heta Yermûkê dewam kir.

Piştî meşê li ser navê pêkhateyên Şengalê daxuyanî ji aliyê Şêx Cemîl Derwêş ve hat xwendin.

PEYMAN Û FERMANA 9’Ê COTMEHÊ LI DIJÎ ŞENGALÊ
“HEKE BÛYEREK BIQEWIME, WÊ HUKÛMETA KAZIMÎ BERPIRSIYAR BE”

Di daxuyaniyê de careke din hat ragihandin, ku ewê ti carî peymana 9’ê Cotmehê qebûl nekin.

Her wiha ew hêzên peyman girêdane jî weke berpirsên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an hatin destnîşankirin.

Dîsa hat bibîrxistin, ku xelkê Şengalê bi berxwedana xwe pîlanên qirkirinê vala derxist û wiha hat gotin:

Her tişta hatî serê me ji ber xemsariya hukûmetên Bexda û Hewlêrê çêbûn.

Ev peymana nû jî peymana xiyanetê ye.

Em ji hukûmeta Kazimî re dibêjin, bi gefên we em dest ji mafên xwe bernadin.

Heke hûn bixwazin peymanê bi zorê li ser me ferz bikin, hingî hûnê Şengalê li hemberî xwe bibînin.

Sebra Êzîdiyan ji van gef û dorlêgirtinan re nemaye.

Heke bûyerek biqewime, hûnê berpirsiyar bin.

Di daxuyaniyê de her wiha bang li tevahiya hêzên Iraqê hat kirin, ku li hemberî peymanê xwedî helwest bin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv