BETALKIRINA WEKÎLTIYA GERGERLÎOGLU
NOBEDA LI MECLÎSA TIRKIYÊ DI ROJA DÛYEMÎN DE YE
Faşîzma AKP-MHP’ê doh bi awayekî kêfî wekîltiya Omer Faruk Gergerlîoglu betal kir.
Omer Faruk Gergerlîoglu bi şiyara “berxwedan jiyane” biryar da ji meclîsê dernekeve
HDPê jî li ser darbeya AKP-MHP’ê biryar da li meclîsê nobeta edaletê bigire.
Omer Faruk Gergerlîoglu tevî komek wekîlên HDP’ê şeva xwe li meclîsê derbas kir.
Gelek parlementerên HDP’ê tevî Gergerlîoglu nobeda edaletê dimeşînin.
Parlementerê CHP’ê Abdullatîf Şener û hiqûqnasê navdar Baskin Oran çûn serdana nobedê.
Li aliyê din li gelek bajaran jî, li dijî betalkirina wekîltiya Gergerlîoglu çalakî hatin lidarxistin.
Di çalakiya li Enqerê de ji mexdûrên KHK’ê Cemal Yildirim û Melek Çetînkaya hatin binçavkirin.