HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
HÊZA SEREKE KU PÎLANA ÊRIŞA DAÎŞ’Ê KIR Û BI RÊ VE BIR DEWLETA TIRK E
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat der barê êrişên DAIŞ û dagirkeriya tirk de nirxandinên girîng kirin.
Besê Hozat destnîşan kir ku ya ku DAIŞ derxistî holê, dewleta tirk û hin hêzên navnetewî ne.
Halê hazir DAIŞ bûye hêza dewleta Tirk a li Sûriyê û Iraqê.
Tirkiye DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê hem li dijî Kurdan bi kar tîne.
Hêza sereke ku plansaziya êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Hesekê kir û rê ve bir dewleta Tirk e.
Tirkiyê li Rojava cihên ku dagir kirine, veguherandine biryargeha DAIŞ’ê.
Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî bûne navendên çeteyan.
DYA, Ewrûpa, Rûsya, her kes vê dibîne. Lê deng dernaxin.
Ji ber ku ev hêz li gorî berjewendiya wan têne bikaranîn.
Ji bo ku Şoreşa Rojava teslîm bigirin DAIŞ’ê bi kar tînin.
HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
HÊZÊN QSD’Ê Û GELÊN BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYÊ EV PÎLANA GEMARÎ PÛÇ KIRIN
Besê Hozat diyar kir ku êrîşa li ser girtîgeha Sinaa ya Hesekê parçeyek ji êrîşeke berfireh e:
Bi vê êrîşê bi esasî armanc kirin ku Hesekê û tevahiya Rojava dagir bikin.
Heke dewleta Tirk bi ser biketa, wê Hesek bi rêya DAIŞ’ê dagir bikira û berê çeteyan bidaya bajarên din.
Hêzên QSD’ê û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ev plana gemarî pûç kirin.
Bi bedêlên giran serfiraziyeke mezin bi dest xistin.
Êrîş, êrîşa dewleta Tirk a faşîst e. DYA û Rûsya rasterast ne di nav êrişê de jî bin ji ber krîza Ukrayna dibe ku bêdeng bin.
Besê Hozat got bersiva herî watedar a li dijî êrişan yekîtiya demokratîk a Kurd-Ereban e.
HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
BI QASÎ NAN Û AVÊ PÊWÎSTÎ BI TIFAQEKE DEMOKRATÎK HEYE
Der barê lawaziya rejîma faşîst û girîngiya pêşxistina tifaqa demokratîk de jî Besê Hozat ev nirxandin kirin:
Faşîzma Tirk a mêtinger qirker baweriya bi xwe winda kiriye.
Faşîzm bi zext, zilm, tundî û şer li ser piyan dimîne.
Êdî şer jî wê nikaribe vê desthilata faşîst li ser piyan bihêle.
Tifaqa rêya sêyemîn a bi pêşengiya HDP’ê ava dibe gaveke gelekî hêja ye.
Divê ev tifaqa teqez bê xurtkirin, mezinkirin.
Hemû hêzên çep-sosyalîst û demokratîk dikarin cihê xwe di nava tifaqa demokrasiyê de bigirin.
Tevgera Jinê jî hîmê herî bingehîn ê tifaqa demokrasiyê ye.
Ev desthilatdariya faşîst versiyona Tirkiyê ya DAIŞ’ê ye.
Divê neyê jibîrkirin ku hêza li derveyî tifaqa demokrasiyê bimîne wê bibe sedem ku temenê faşîzmê dirêj bibe.