Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana xelkê Şengalê di roja xwe ya 19’an de didome 20.12.2020

 

Nobeda xelkê Şengalê ya li ber Asayîşa Êzidxanê ku bi dirûşma “Em hemû asayîş in” tê lidarxistin, di roja 19’an de ye.

Piştî ku artêşa Iraqê di çarçoveya lihevkirina rêveberiyên Hewlêr-Bexdayê dest li Şengalê werda û kete nava liv û tevgerê, xelkê Şengalê ji bo xwedîderketina li saziyên xwe yên xwerêveberî û xweparastinê zend û bend ba da.

Bi vê armancê di 1’ê Kanûnê de li pêşiya Navenda Asayîşa Êzidxanê dest bi çalakiya nobedê kir. Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayîş in” dest pê kir û weke berxwedana rûmetê tê binavkirin 19 roj in bênavber dewam dike.

Nûnerên Sazî û Meclîsa Xwerêveberiyê ya Şengalê tevî şêniyên herêmê li binê konê berxwedanê, nobedê digirin.

Xelkê Şengalê yê ji navçe, bajarok û gundan jî her roj serdana nobedaran dikin û piştgiriyê didin çalakiyê.

Endamê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Heyder Şengalî têkildarî çalakiyê ji Rojnewsê re axivî û got, “Asayîşa me hebûn û rûmeta Êzidxanê ye. Em ji gelê xwe dixwazin ku li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê hîn bi xurtî li ber xwe bidin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv