PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA LI ZÎNDANAN 109 ROJ LI DÛ XWE HIŞTIN
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca hilweşandina Pergala Îmraliyê û azadiya Rêber Apo çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin.
Çalakiya li zîndana bi koma 22’yan 109 in pêk tê.
Rayedarên hikûmeta tirk ji bo şikandina îradeya girtiyan zextên xwe dijwartir kirine.
Lê tevî van zext û îşkenceyan jî berxwedan bi biryardarî dewam dike.
Berxwedêr ji gelê kurd û hêzên demokrasiyê dixwazin ku bi çalakiyên xwe berxwedanê xurttir bikin.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 87’AN DE YE
Di 18’ê Kanûna 2020’an li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî jinan ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin.
Ev 88 rojin gelê Mexmûre di çalakiya greva birçîbûne a dorveger de ne.
Çalaki ji aliyê koma 44’an ve tê birûvebirin
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI LAVRÎOYÊ JÎ DI ROJA 71’AN DE DEWAM KIR
Li kampa penaberan a Lavrîoyê ya Yûnanistanê jî bi heman armancê greva birçîbûnê heye.
Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê ve tê birêvebirin.
Greva birçîbûnê ya li kampê di roja 71’an de dewam kir.