GEF Û ÊRIŞÊN LI DIJÎ ŞENGALÊ
BERXWEDANA XELKÊ ŞENGALÊ BERDEWAM DIKE
9’ê cotmeha 2020’an hukûmeta Bexda û Rêvebiriya PDK’ê, bi destwerdana dewleta Tirk li ser Şengalê peymanek îmze kirin.
Gelê Şengalê ji bo betalkirina peymanê û naskirina statuya Şengalê li pêşiya Avahiya Êzidan dest bi çalakiya kon vedanê kirin.
Ev çalakî di 2’yê kanûna 2020’an hat destpêkirin.
Ji wê rojê û vir ve çalakî û berxwedana gelên herêmê berdewam dike.
GEF Û ÊRIŞÊN LI DIJÎ ŞENGALÊ
PLATFORMA BAWERIYÊN A MEZOPOTAMPA LI KOLNÊ DAXUYANÎ DA
Ne tenê li welat Sazî û Rêkxistinên civaka Êzîdî li derveyî welat jî bo betalkirina peymanê û naskirina statuya Şengalê
dinava tevgerê deye.
Li dijî êrîş û gefên ku xelkên herêma Şengalê tehdîtdkirin nerazîbûnek jî bajarê Kolen yê Elmaya hat.
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê bi daxuyaniyekê banga betalkirinay peymanê û naskirina Statuya şengalê kir.
Herî dawî Platformê bang li raya gişti ya kurd û cihanê kir ku xwedî li şengal derkevîn û pêşiya fermanek din ya li ser civaka Êzdî bigrin.