Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berpirsê Rêxistina Elend a ji bo Demokrasîkirina Ciwanan Şêrzad Mihemed: Li Behdînan rojane 400 ciwan ber bi derveyi welat koç dikin 15.10.2020

 

‘Li Behdînan rojane 400 ciwan ber bi derveyî welat ve koç dikin’

Berpirsê Rêxistina Elend a ji bo Demokrasîkirina Ciwanan Şêrzad Mihemed diyar kir ku li Dihokê rojane 400 ciwan bi riyên cuda berbi derveyî welat ve koç dikin û got: ”Tirkiye ji bo wan rê xweş dike.”

Berpirsê Rêxistina Elend a ji bo Demokrasîkirina Ciwanan Şêrzad Mihemed ji Rojnews’ê re diyar kir ku li sînorê parêzgeha Dihokê rojane 400 ciwan bi riyên cuda berbi derveyî welat ve koç dikin.

Şêrzad Mihemed destnîşan kir ku sedema koça ciwanan rewşa xerab a aborî ye û got;”Beşek din a sedema koça ciwanan welatê Tirkiyeyê ye. Heta astekê rê ji bo ciwanan xweş dike ku ji welat derkevin. Xelk bi navê geştê diçin vîzeyê distînin, diçin Tirkiye û Îranê. Li ser sînoran heta astekê Tirkiye çavê xwe digire ku xelk berê xwe bide Ewropa.”

Rêxistina Elend a ji bo Demokrasîkirina Ciwanan rapora derbarê koça ciwnan de radestî Parlamentoya Herêma Kurdistanê kiriye. Sedema koça ciwanan rave kiriye. Şêrzad Mihemed destnîşan kir ku ti bersiva rapora wan nehatiye dayîn.

Koça ciwanên Behdînan bala rêxistinan û ragihandinê kişandiye. Lê hikûmet û parlamento çavê xwe jêre digirin. Di riya koçberiyê de heta niha gelek ciwanan jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî ciwanê ji Şêladizê yê bi navê Menaf Îbrahîm ê 23 salî bû ku şeva 11’ê Cotmehê li daristanek navbera Tirkiye û Yewnanê de ji serma jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Elend a ji bo Demokrasîkirina Ciwanan rêxistinekî navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji sala 2014’an ve hatiye damezirandin û ofisa wê ya sereke li Dihokê ye. Li seranserî Herêma Kurdistanê kar û çalakiyan dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv