Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berpirsê Herêma Behdînan yê Hevpeymana Nîştimanî Şivan Seîd ji aliyê çekdaran ve hat revandin 22.10.2020

 

Berpirsê Herêma Behdînan yê Hevpeymana Nîştimanî Şivan Seîd li Dihokê hate revandin. Aktivîstê mafê mirovan ê niştecihê Dihokê Eyhan Seîd li ser malpera xwe ya facebokê, derbarê revandina Şivan Seîd de daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Îro berbanga sibehê Berpirsê Herêma Behdînan yê Hevpeymana Nîştimanî Şivan Seîd, ji aliyê çekdarên çav girtî ve hate revandin.

Aktivîst Eyhan Seîd kubi xwe birayê Şivan Seîde da zanîn ku îro di berbanga sibehê de, hêzek çekdar, dev û çavên wan girtî bû, bi ser mala Şivan Seîd de girtine. Li gorî Eyhan hêza çekdar li ber çavê hevser û zarokan, Seîd bi cilên xewê ve revandine.

Birayê Şivan, Eyhan Seîd bang li serokê PDK’ê Mesud Barzanî kir û got; “Rê li çekdarên xwe yên li Behdînanê ku bi ser çalakvan û rojnamegeran de digre bigre.  Ger ti ji vê yekê agadar bî, tû berpirsyarî jî. Ger ne agadarbî, gelo kurê we û hizba we jî ne agadare? Ev ne exlaqê hikumraniyê ye. çawa di be li ber çavê jin û zarokan xelk bê revandin?

Eyhan di dewamê de got; “Mamosta Şivan ji bilî fikrê xwe yê cûda tiştek din negotiye. Divê demildest were azad kirin. Ez bang li rêxistinên mafê Mirovan û Neteweyên Yekbûyî dikim da ku çarenûsa hemû kesên hatine girtin bi pirsin û bixwazin werina zad kirin. Vê pêvajoya ne yasayî a li Behdînanê bidin rawestandin. Çarenusa birayê min û hemû çalakvanên din di destê PDK’ê deye. Emê li ser mafê xwe, dijî vê zilmê bêdeng nemînin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv