Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Beriya 5 salan gerîlayan balafireke şer a F16 anîbûn xwarê

 

ÇALAKIYA LI DIJÎ BALAFIRGEHA LEŞKERÎ YA AMEDÊ
BERIYA 5 SALAN GERÎLAYAN BALAFIREKE ŞER A F16 ANÎBÛN XWARÊ

18’ê Gulanê bi şev li Amedê pêşî dengê teqîneke pirr dijwar hat.

Saet 12 û nîvê şevê jî dengê teqîneke din hat.

Her wiha piştî teqînan dengê gullebaranê jî hat bihîstin.

Her du teqîn jî li Balafirgeha Leşkerî ya li Amedê pêk hatin.

Pêşî Wezareta Parastinê ya dagirkeriya Tirk li ser hesabê xwe yê twîtterê wiha got:

Li dijî baregeha me bi balafirên maket êrişek pêk hat û ti zirar li hêzên me nebû.

Lê paşê wezareta dagirkeriyê ev twîta xwe jê bir.

Paşê jî Wezîrê faşîst Suleyman Soylu heman agahî ragihand û wî jî îdîa kir, ku ti zirar li hêzên wan nebûye.

Lê livûtevgera piştî teqînan û dengê gulleyan berevajî van îdîayên dewleta Tirk bû.

Bi awayekî zêde ambûlans çûnûhatin û her wiha gelek tîmên arkujiyê jî tevî wesaîtên taybet berê xwe dan balafirgeha leşkerî ya Amedê.

Hin çavkaniyan ragihandin, ku kuştî û birîndarên artêşa dewleta Tirk a dagirker hene.

Hêjayî gotinê ye, ku ev baregeha hêzên hewayî yên artêşa Tirk a li Amedê yek ji deverên herî zêde tê parastin e.

HPG’ê heta niha têkildarî van teqînan ti daxuyanî nedaye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ku 12’ê Kanûna 2016’an balafireke şer a f16 dema xwest deyne balafirgeha leşkerî ya Amedê ketibû xwarê û parçe bûbû.

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku ev çalakî ji aliyê hêzên wan ve bi rêbazeke taybet hatiye kirin û balafir wan aniye xwarê.

Şêniyên gundê Yeşîldere jî ev yek piştrast kiribûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv