BERDEVKA HDP’Ê EBRU GUNAY:
AKP-MHP DIXWAZIN FAŞÎZMÊ MAYINDE BIKIN
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay di destpêka axaftina xwe de cejna Noelê ya tevahiya alema xirîstiyan pîroz kir.
Û bal kişand ser hewldanên AKP û MHP’ê yên mayindekirina faşîzm û rewşa awarte.
Ebru Gunay pêşniyar-qanûna der barê komeleyan de, wekî darbeya li dijî civaka sivîl nirxand.
Û anî ziman ku AKP-MHP dixwaze tevahiya komele û saziyên sivîl bigire bin kontrola xwe.
BERDEVKA HDP’Ê EBRU GUNAY:
BIRYARA DMME’YÊ YA DER BARÊ DEMÎRTAŞ DE DIVÊ WERE BICIHANÎN
Ebru Gunay biryara dadgeha mafê mirovan a der barê hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de nirxand.
Ebru Gunay xwest yekser biryar were bi cih anîn, Demîrtaş û hemû hevalên me ên dîl-girtî bên berdan
Eger Tirkiye pêwistiya biryarê bi cih neyne, divê hemû hêzên demokratîk li dijî vê bikevin nava tevgerê.
BERDEVKA HDP’Ê EBRU GUNAY:
BI CEZA Û GIRTINÊ NIKARIN LEYLA GUVEN BITIRSÎNIN
Ebru Gunay girtina Leyla Guven jî wekî encama hişmendiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan nirxand.
Leyla Guven miroveke têkoşer e. Ew îradeyek e. Bi cezayan nikarin Leyla Guven bitirsînin û wê ji têkoşînê dûr bixin.
Ebru Gunay lêgerîna tazî ya li girtîgeh û qereqolan jî wekî êşkence û sûcekê li dijî rûmeta mirovahî nirxand.