BERDEVKA HDP’Ê EBRU GUNAY:
AKP-MHP DIXWAZE TOLA DAÎŞ’Ê HILÎNE
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li darxist.
Ebrû Gunay pêşî balkişand ser êrsşên dewleta Tirk li dijî Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê.
Ebru Gunay diyarkir ku ev êrsş sûcê mirovahiyê ye.
Paşê îşaret bi hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Erdogan kir û wiha got;
Di qewimandina van êrsşan de Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kir.
Ew keliyên hevdîtinê erêkirina polîtîkaya şer, dijminatiya li hemberî kurdan e.
Ebru Gunay diyarkir ku divê herêma Kurdistanê helwesta xwe ji bo siberoja kurdan nîşan bide, ne ji bo şerê kurdan.
Berdevka HDP’ê herî dawî rewşa girtiyên nexweş bibîrxist