SIYASETA HEVKAR A ENKS’Ê
“BÊDENGIYA ENKS’Ê LI DIJÎ SÛCÊN DEWLETA TIRK NÎŞANA HEVKARIYÊ YE”
Dewleta tirk a dagirker tevî çeteyên êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
Li herêmên ku dagir jî kirine her roj li sûcên xwe yên şer sûcên nû zêde dike.
Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê her roj nûçeyên talan, wêrankirin, revandin, îşkence kirin, tecawiz û qetlîaman tê.
Îcar ENKS’a ku îdiaya kurdîtiyê dike li hemberî van êriş û sûcan bêdeng e.
Di esasê xwe de helwest û pratîka wê ji bêndengbûnê zêdetir hevkarî ye.
Serokê partiya Komarparêz a Amerîkayê Michael McCall û serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamenê Elliot Engel der barê êrişan de raporek amade kir.
Her du rayaderên amerîkî piştrast kir ku komên çete yên ku desteka xwe ji Enqerê digirin li bakurê Sûriyê sûcên hovane li dijî mafên mirovan kirin.
Endam parlamena Ewropayê Hannah Newman ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dibêje; dagirkerî ye.
Di rapora nîvê salê ya Meclisa Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî de hat gotin ku dewleta tirk li cihên dagir kiriye sûcên hovane yên li dijî mafên mirovan pêk tên.
Sazî û dezgehên demokratîk jî heman daxuyaniyan didin.
Lê ENKS hîn jî bêdeng e û nabêje dewleta tirk dagirker e jî.
Dewleta Tirk di rewakirina dagirkirina xaka Sûriyê û êrişan de, xwe dispêre ENKS’ê.
Ji ber ku ENKS’ê bi rêya daxuyaniyên xwe projeya dagirkirina ya dewleta Tirk li xaka Sûriyê rewa dike.
Rojnamevan Îbrahîm Îbrahîm dibêje ENKS li dûrî nirxên kurdayetiyê ye û ew li ser gelê kurd xeter e.
Çalakgera siyasî ya Kurd Evîn Hesen ji ANHA’yê re li ser meselê axivî.
Evîn Hesen got, Ji ber ENKS’ê siyaseta Tirkiyê ya li hundirê Itîlafê hêsan dike, bi awayekî xwazayî ye ku ew tu helwestan nîşan nede.
Ji ber ku têkiliya wê li ser avakirina berjewendiyên takakesî û partîtî ye, ne ji bo berjewendiyên Kurd e.