Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Balafirên şer ên Tirk li projeyeke sewalkariyê xist: Zêdeyî 150 pez telef bû

 

Balafirên şer ên Tirk li nêzî gundê Dêreşê ya Bergarê projeyeke xwedîkirina sewalan hedef girt. Hate ragiahandin, zêdeyî 150 pezî telef bûye û proje bi temamî têkçûye.

Duh di saetê berbi êvarê de balafirên şer ên Tirk nêzî gundê Dêreşê ya ser herêma Bergarê ku dikeve ser Amediyê du caran bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyên herêmî radigihînin balafirên Tirk projeyeke sewalkariyê ya gundiyan hedef girtiye û di encamê de zirereke mezin gihîştiye gundiyan.

Hate gotin, di encama bombebaranê de zêdeyî 150 pezî telef bûye û gova ku sewal lê dihatin girtin jî bi temamî hilweşiyaye.

Li gorî ji dîmen jî xuya dibe, kuçikek dibin xirbeyan de mayî ji aliyê gundiyan ve tê rizgarkirin.

Têkildarî şivan û xwediyê projeyê heya vê kêliyê ti agahiyek bidest neketiye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv