Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Azîz Koyluoglu: ‘Ji referandûmê heta Efrîn siyaseta dijberiya Kurdan’

 

JI REFERANDÛMÊ HETA EFRÎN SIYASETA DIJBERIYA KURDAN
AZÎZ KOYLUOGLU / ROJNEWS

Bi destpêkirina ‘Bihara Ereban’ re herkesê digot wê guhertinên mezin li Rojhilata Navîn biqewimin. Ev nêrîn yek ji rastiya dihat jiyan kirin bû. Lê hemû rastiyan nedigirt nava xwe. Ji aliyê gel ve biryara guhertinê hatibû dayîn, lê ev guhertin wê ber bi ku ve biçe ne diyar bû. Ev ji bo Kurdan jî wisa bû.

Yekem şikestina sîstema cîhanî li ser Kurdan hate avakirin û bi Başûrê Kurdistanê destpêkir. Piştî 2003 Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrişî rejîma Baas a Sedam kir û rûxand. Helbet bi rûxandina rejîmê re hinek derfet ji bo Kurdan jî çêbûn. Ev derfet jî avabûna statûyeke federalbû û ev sîstem heya astekî mafên Kurdan mîsoger dikir.

Piştî 10 salan ango di sala 2012’an de derfeta xwe gihandina statûyê û azadiyê ji bo Kurdên parçeyeke din ê Kurdistanê jî çêbû. Lê ev wê weke ya Başûrê Kurdistanê bihêsanî pêkne hatiba. Li Rojavayê Kurdistan rewş berovajî bû. Hêzên cîhanî piştgiriya herêmek Kurd lê azad bijîn nedikirin û hêzên herêmê jî dijminantiya wê dikirin. Beşek ji Kurdan jî ketibûn sengerê dijminên Kurd û hevakariya wan dikirin.

Qonaxa ji 2014’an heya 2017’an di qada navneteweyî de ezmûnek nû ji bo Kurdan çêdibû û vebûneke nû li gel xwe dianî. Êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî qonaxeke nû ji bo Kurdan vekir. Bi rizgarkirina Kobanê ya li Rojavayê Kurdistanê re hêdî hêdî Kurd bi hêz bûn û di encama berxwedana li Kobanê de, deriyek heta ku cîhan bi berxwedana Kurdan bihese û ji bo Kurdan piştgiriyek mezin peyda bike, vekir.

Heya sala 2017’an Kurdan karîn Kobanê, Mexmûr, Şengal, Başûrê Kerkûkê, Gulale, Başîqa, Tebqa, Minbic, Sirîn û hinek navçeyên din ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin û serkeftinên mezin bi dest bixin. Ev wek asoya serkeftina Kurdan li Başûr û rojavayê Kurdistanê bû. Sê hêz ji vê rewşê nerazî bûn û ji bo xwe wek metirsî didîtin.

Ya yekemîn; ev serkeftinên Kurdan hêzên cîhanî li herêmê neçarê hinek guhertinan dikirin, lê ev hêzên navnetewî ji bo vê rewşê amade nebûn.

Ya duyemîn; hêzên herêmî yên wekî Tirkiye, Îran û hinek dewletên Ereb ji van serkeftinên Kurdan kêfxweş nebûn û li fersendekî digerîn ku di nava Kurdan de şikestinekî çêbikin.

Sêyem jî; Serkeftinên Kurdan ên li Başur û Rojavayê Kurdistanê PDK’ê xistibû nava tirsekî. Çima? Ji ber ku PDK bi salanbû di asta navnetewî de xwe weke nûnerê Kurdan dida nîşandan û nedixwest ji derveyî wê ti hêzek din a Kurd bê naskirin. Lê serkeftina Kurdan û naskirina wê ya di asta cîhanî de rewşa heyî diguhert.

Yekem şikestina di serkeftina Kurdan de çêkir jî referandûma di bin navê ‘Serxwebûna’ Başûrê Kurdistanê de bû.

Bi awayek giştî referandûmê di serkeftina Kurdan de derizandinek çêkir û birînek vekir. Ev ev derizandin ne tenê diçarçoveya başûrê Kurdistanê de ma, bandorê li destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê jî kir. Ji xwe armanca PDK’ê jî ew bû.

Şikestina bi referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistan destpêkir û bi dagirkirina Efrîn firehtir bû, li Serêkaniyê û Girê Spî jî dewam kir. Lê bi wê jî ranewestiyaye û niha bi dagirkirina beşekî çiya û gundên başûrê Kurdistanê didome.

Niha jî rêyek li pêşiya gelê Kurd heye ku, ev hêzên şikestin di destkeftiyên Kurdan de çêkirin, bişkînin. Hem divê siyaseta dewleta Tirk a dagirker, hem jî siyaseta PDK’ê ya Kurdan lawaz dike, bê têkbirin.

Berxwedana gerîla ya di destpêka sala 2021’an de çêkir, şikestin di van zincîre êrişên dewleta Tirk ên bihevkariya PDK’ê dabû destpêkirin de çêkir. Berxwedana gerîla wê pêşî li şikestin û têkçûna siyaseta dijî Kurd û hevkarên wê yên herêmî de veke.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv