ZEXTÊN LI SER ÇAND Û HUNERA KURDÎ
AVAHIYA NAVENDA ÇANDÊ YA MEZOPOTAMYA DESTESER KIRIN
Li Stenbolê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê heye.
Ev navend ji salên 1990’î heta niha li Beyoglûyê xebatên xwe dimeşand.
Lê çawa ku Dewleta Tirk xwe li zimanê Kurdî ranagire, çand û hunera Kurdî jî qedexe dike.
Bi vê armancê jî dest danîn ser avahiya NÇM’ê.
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ku avahiya wê li Stenbolê bû, ji aliyê rayedarên Dewleta Tirk ve hat valakirin.
Xebatkarên navendê, parlementer û rêveberên HDP’ê li dijî vê dagirkeriyê nerazîbûn nîşan dan.
Li pêşiya avahiya ku 18 salan NÇM lê xebat dimeşandin civîna çapemeniyê pêk hat.
Hunermend Çiya Şenses destpêkê axivî û got navenda wan hat desteserkirin.
Parlementera HDP’ê Huda Kaya jî got ev yek dagirkerî ye û mafê jiyanê nayê dayîn.
Hat ragihandin ku avahiya NÇM’ê ji aliyê qeymeqamtiya Beyoglû ve hat desteserkirin.
Avahî wê radestî şaredariya Beyoglû ya AKP’ê were kirin.