TALANA XWEZAYA KURDISTANÊ
ARTÊŞA TIRK DARÊN HERÊMA ZAXO DIBIRE
Êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin.
Bi êrişên dagikeriyê ve artêşa tirk xwezaya Kurdistanê jî talan dike.
Parlamenerê PDK’ê Rêvin Hirûrî li ser êrişkariya Tirk axifî.
Hirûrî da zanîn ku artêşa tirk li başûrê Kurdistanê li deverên ku dagir kirine daristanan talan dike û got:
“Dewleta Tirk kompanyayên ji bo birîna daran anîne Berwariya Bilind û Herêma Zaxo.”
Di dewema di axaftina xwe de Parlamenter Hirûrî da zanîn ku çeteyên bi dewleta Tirk re hatine herêmê, daran dibirin û dibin Tirkiyeyê difiroşin.