Duh êvarî artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên di nava xaka Başûrê Kurdistanê de, bi dijwarî seyrangeha Kaniya Xeman ya li nêzî bajarokê Batîfa ya girêdayî Zaxo topbaran kir.
Li gorî agahiyên hatine standin, ziyanek mezin gihiştiye seyrangeh, jîngeh, bax û baxçeyê welatiyan. Herwiha tê gotin hinek guleyên topan bi rêyên herêmê jî ketine û xirabûne.