DAGIRKERÎ Û QIRKERIYA DEWLETA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
GELEK GUNDÊN ZAXO BI BALAFIRAN Û TOPAN HATIN BOMBEKIRIN
Îro dagirkeriya Tirk gelek gundên Zaxo bi balafiran û topan bombe kirin.
Dîmenên vê bombebaranê gihiştin destê me.
Di dîmenan de xuya dike, ku şewateke mezin li herêmê heye.
Li aliyê din dagirkeriya Tirk gelek gundên Başûrê Kurdistanê bombe kirin.
Hat ragihandin, ku gundên Bankê û Evlehê yên bi ser Batûfayê ve hatine bombekirin.
Li gorî agahiyan deverên hatine bombekirin, cihên geştiyarê ne.
Di encama bombebaranê de agir bi qada daristanî ketiye.
Balafirên dagirkeriya Tirk qada Ava Marika Şêladizê jî bombe kirin.
Wekî din hat ragihandin, ku li gundê Bûselê yê Derkarê jî wesaîteke sivîlan hatiye bombekirin, lê têkildarî encamên wê agahî nehatin bidestxistin.