ENDAMÊ MECLÎSA RÊVEBER A YNK’Ê ARAM QADIR
“DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ LI DIJÎ ÊRIŞAN YEKÎTIYA XWE SAZ BIKIN”
Endamê Meclîsa Rêveber ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê YNK’ê êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê û hewldanên ji bo yekîtiya Netewî ji ajansa nûçeyan a Rojnews re nirxandin..
Aram Qadir ragihand ku partiya wan ji bo hemû hewldanên yekrêziya nav-mala Kurdan amadeye.
Qadir têkildarî êrişên dewleta Tirk de jî da zanîn ku bi şer pirsa Kurd çareser nabe û got:
Divê dagirkerên Kurdistanê bizanin netewek di ser 40 milyonî wê ti caran bi dawî nebe, çareserî tenê diyalogê.